Kayıtlar

Mayıs, 2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Samî Tan: Kurdî li kuçe û kolanan sêwî maye*

Resim
Ji sala 2006an û vir ve di nava kurdan de roja 15ê Gulanê weke Cejna zimanê kurdî tê pîrozkirin. Sedema hilbijartitina vê rojê ew e ku, di 15ê Gulana 1932ê de zimanzanê kurd Celadet Elî Bedirxanî li paytexta Sûriyê Şamê kovara Hawarê derxistiye. Kovara Hawarê di dîroka kurdan de rûpeleke nû vekiriye. Cara destpêkê di vê kovarê de tîpên kurdî yên latînî tên bikaranîn. Di salên dawî de hin kes behsa alfabeya Îsahak Marogûlov dikin û wê weke ya yekemîn nîşan didin. Alfabe ji hêla Marogûlov û nivîskarê kurd Erebê Şemo ve di sala 1928ê de bi piştgiriya hikûmeta Ermenistanê ve hatiye amadekirin. Ev nîqaş li helekê, kurd bi gelemperî li ser alfabeya Hawarê li hevkirine ku ya yekemîn e. JI SALA 2006Ê Û VIR VE TÊ PÎROZKIRIN Kovara Hawarê him di standardîzasyona zimanê kurdî de him di pêşketina wêjeya kurdî de roleke girîng listîye. Wêjenasên weke Qedrîcan, Nûretîn Zaza, Osman Sebrî, Cegerxwîn û Kamûran Bedirxan berhemên xwe di vê kovarê de gîhandine destê xwendeyan. Kovar di 23 hej