Samî Tan: Kurdî li kuçe û kolanan sêwî maye*


Ji sala 2006an û vir ve di nava kurdan de roja 15ê Gulanê weke Cejna zimanê kurdî tê pîrozkirin. Sedema hilbijartitina vê rojê ew e ku, di 15ê Gulana 1932ê de zimanzanê kurd Celadet Elî Bedirxanî li paytexta Sûriyê Şamê kovara Hawarê derxistiye. Kovara Hawarê di dîroka kurdan de rûpeleke nû vekiriye. Cara destpêkê di vê kovarê de tîpên kurdî yên latînî tên bikaranîn.
Di salên dawî de hin kes behsa alfabeya Îsahak Marogûlov dikin û wê weke ya yekemîn nîşan didin. Alfabe ji hêla Marogûlov û nivîskarê kurd Erebê Şemo ve di sala 1928ê de bi piştgiriya hikûmeta Ermenistanê ve hatiye amadekirin. Ev nîqaş li helekê, kurd bi gelemperî li ser alfabeya Hawarê li hevkirine ku ya yekemîn e.
JI SALA 2006Ê Û VIR VE TÊ PÎROZKIRIN
Kovara Hawarê him di standardîzasyona zimanê kurdî de him di pêşketina wêjeya kurdî de roleke girîng listîye. Wêjenasên weke Qedrîcan, Nûretîn Zaza, Osman Sebrî, Cegerxwîn û Kamûran Bedirxan berhemên xwe di vê kovarê de gîhandine destê xwendeyan. Kovar di 23 hejmarên destpêkê de alfabeyên latînî û erebî bi hev re bi kar aniye. Lê piştî wê tenê latînî. Mixabin ev kovar tenê heta sala 1943an derketiye ku bi giştî 57 hejmar in.
Kurd ji sala 2006ê û vir ve her sal 15ê Gulanê bi vê munasebetê pîroz dikin. Di nava hefteyekê de hin çalakiyan derbarê ziman de li dar dixin. Îsal jî di heman çarçoveyê de li gelek bajarên Tirkiyê û yên kurdan bername çêbûn.
‘KURD Û KURDÎ BÊSTATU NE'
Bi mebesta Cejna Zimanê kurdî Hevserokê Enstîtuya kurdî yê Stenbolê Samî Tan rewşa zimanê kurdî û helwesta kurdan nirxand.
Samî Tan rewşa zimanê kurdî û ya kurdan ji hev cuda nabîne. Bi gotina wî "kurd îro ji mafên xwe yên netewî bêpar in. Hê jî di asta navdewletî de statuyeke kurdan û zimanê kurdî nîne".
Tan ji ber vî tiştî, kurdan weke miletekî ku ‘şerê hebûn û nebûnê didin' dinirxîne û vî şerî weke ‘şerê statuyê' binav dike.
Serokê Enstîtuyê Samî Tan mijara nebûna saziyên zanistî û mafê perwerdehiyê bibîrdixîne û vê rewşê wiha dinirxîne; vê rewşê hiştiye ku "zimanê kurdî li kuçe u kolanên bajaran wekî gelek kurdan sêwî û bêxwedî bimîne."
‘KURDAN FATÎHAYA ZIMANÊ XWE XWENDIYE'
Li gor Samî Tan "Hejmara xwendeyên kirdî zêdi dibe, zimanê nivîskî li gorî berê pir bi pêş ketiye. Lê belê hejmara axêverên kurdî her ku diçe kêmtir dibe, ewên ku bi kurdî dipeyivîn jî êdî duzimanî ne, pirî caran her du çelexwarkî zimanan li gel hev bi kar tînin. Roj bi roj cih li kurdî tengtir dibe".
Serokê Enstîtuya kurdî ya Stenbolê Samî Tan li gel astengiyên dewleta tirk, helwest û rewşa kurdan jî di heman astê de weke astengiya li ber bipêşketina zimanê kurdî dibîne. Tan ji bo kurdan behsa statuya ku dewletê ji wan re diyar kiriye dike û dibêje kurdan jî ev statu ji xwe re pejirandiye û "bi awayekî fatîhaya zimanê xwe xwendiye". Gotinên Samî Tan di vê derbarê de wiha ne; "Stêrka zimanê kurdî li ber dilê gelek kurdan ji mêj ve xuriciye. Ewên ku ji bo doza kurdî tê dikoşin jî baweriya wan pê nîn e ku dê rojekê welatek ava bibe ku her tişt tê de xwerû bi kurdî ye. Lewma jî zarokên xwe bi kurdî perwerde nakin, bi zarokên xwe re bi tirkî dipeyivin. Her wiha ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, têkoşîneke têr û tesel nameşînin, piştevaniyeke xurt nadin têkoşîna parastin û bipêşvekirina zimanê kurdî.
‘DIVÊ MECLISEK KURDÎ BÊ AVAKIRIN'
Samî Tan ji astengiyên li ber zimanê kurdî rabe û ji bo bikaranîna ziman pêşbikeve behsa avakirina mecliseke berfireh a kurdî dike. Di vê mijarê de nêrînên Tan wiha ne; "Ev meclis divê bi beşdariya hemû sazî, dezgeh û têkoşerên zimanê kurdî (nivîskar, weşanger, mamoste û dilsoj û hezkiriyên kurdî) bigire bin banê xwe. Her wiha divê şaredar û parlamenterê kurd jî di nav vê meclisê de cihê xwe bigirin, di nav parlamentoyê de jî têkoşîna zimanê kurdî bi domdarî were meşandin".
* Hevpeyvîn 2016ê hatibû weşandin

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Rojda Kürt kadınını müzikle anlatıyor*

'Türkiye IŞİD diyor ama esas olarak PYD'yi YPG'yi istiyor'