'Bi şewitandina malên êzidiyan re dîroka wan jî hate şewitandin'

© AFP 2016/ AHMAD AL-RUBAYE

3ê Tebaxa 2014ê weke destpêka 73yemîn fermana êzidiyan tê binavkirin. Di wê dîrokê de DAIŞê êrîş bir ser Şingalê ya li Herêma Kurdistanê ye. Û li hemberî êzidiyan qetlîamek pêk anî. êzidî di dîrokê de piştî 72 caran cara 73yemîn rastî fermanê hatin û di encamê de bi hezaran êzidî hatin kuştin û bi hezaran jin û keçên êzidî hatin revandin. Jin û keçên ku hatin revandin weke kole hatin firotin. Jin, keç, zarok, pîr û kal ji ber vê qetlîamê berê xwe dan çiyê û xwestin xwe ji qetlîamê rizgar bikin. êzidiyên ku ji ber vê qetlîamê baz dan vê carê jî ber birçîbûnê û tîbûnê jiyana xwe ji dest dan.

Bi hezaran êzidî derbasî Rojava û Tirkiyê bûn. Gelek ji wan jî daxwaza çûna Ewropayê dikin. Di ser vê qetlîamê re du sal derbas bû. Lê hîna jî bi awayekî zelal nayê zanîn ku çend kesan jiyana xwe ji dest dane, çend kes hatine revandin, çend kes hatine rizgarkirin. Keç û jinên ku hatine revandin û weke kole hatine firotin hinek ji wan piştî demekê yan ji destê DAIŞê reviyan yan jî di encama operasyonên hêzên kurdan de hatin rizgarkirin.
Civaknak û Serokê Weqfa Çanda êzidî Azad Bariş, rewş û derûniya êzidiyên ku rastî vê qetlîamê hatine ji Sputnik Kurdistanê re şîrove kir.
'HÎNA CENAZE LI HOLÊ YE'
Dema ku îro vegerin li dû xwe binêrin, di du salên derbasbûyî de rewşeke çawa derdikeve holê? Wêneyeke çawa xuya dike?
Du sal di ser vê felakete re derbas bû. Gava ku mirov di van du salan de tiştên ku qewimîne, tiştên ku derbas bûne, giranbûna wan, li dewsa valabûna tiştên ku hatine şewitandin dinêre, gişî dibîne. Yanî arî li erdê ye. Çi hatiye şewitandin, çi miriye, ew talankirin giş li ber çava ye. Ti dermanek ji êşê re nehatiye dîtin. Ji aliye din ve jî ew êş weke cenazeyekî li holê ye. Hîna nehatiye rakirin. Gava ku mirov li Şengalê û li tevahiya êzidiyên li Kurdistana Başûr meze dike, halê ku tê de ne mirov gelekî xemgîn dike. Ji bona pêşerojê jî ti dinyayekî dilşahî nade mirov. Ew ê çawa bêguhertin, wê çawa çareser bibe ne diyar e.
'GIHA NIKARI LI WÊ HEWŞÊ ŞÎN BÊ'
Li gorî vê rewşa ku hûn behsa wê dikin, êzidî di nava çi derûniyê de ne? Çi dijîn? Hestên wan çawa ne li hemberî tiştên ku qewimîne?
Kesên ku hatin revandin, ên ku bûn kole, ên ku bi wan hatin lîstin di warê namûsê de, di warê heysiyetê de, di warê şanaziyê û şexsiyeta însanan de tişên gelekî giran jiyan e. Ev bi rojekê, bi du rojan, bi deh salan an jî bi qirnekî nayên çareserkirin. Ji qirnekî dide qirnekî din û ev berdewam dike. Ji bo wê ne di gelerî ne jî di navnetewî de ji bo ku mirov karibe bi vê êşê re serî derxe û dewsa wê tijî bike, tiştek nehatiye kirin. Mirov dikare vê bibêje: her malek ku hatiye şewitandin, diroka wan jî hatiye şewitandin. Ya malbatê hatiye şewitandin, a eşîrê hatiye şewitandin, a civakê bixwe hatiye şewitandin. Tiştek li dawiyê nehiştiye, yanî şexsiyeta wan jî nehiştiye. Ti nirxên ku wan dîsa bîne cem hev nemane. Di warê psikolojik de, di warê psîkanalîtîk de mirov li ser bifikire ev tê çi wateyê? Şewitandina malê, an jî talanbûna her nirxê wan tê çi maneyê? Mirov di zane derbeke wisa ye ku ne mimkune giha karibe di wê hewşê de hêşîn were. Ê ku li wir jî mane, hinek ji wan têkiliyê bi şaxekî polîtîk, bi partiyên kurd re danîne. Ev ne xirab e, gelekî baş e. Lê nayê wê wateyê ku bi awayekî gelemperî meseleyê çareser dike. Gelekekî jihev belavbûn çebûye. Tiştek neketiye dewsa vê valabûnê. Wisa vala maye. Xofeke gelekî mezin heye. Tirseke gelekî mezin heye. Herkes dixwaze ji wê axê, ji wê dere dûr bikeve. Ji bilî kesên di nava şer de cî gritine. Dixwazin bi Partî Demokrat, an bi Yekîtî, yan HPG yan bi PKK re bin. Ji derveyî wan, kesekî ku karibe li ser lingên xwe bimîne tune ye.
'FERMAN JI BI KURDAYETIYÊ JÎ XETERE YE'
Piştî qetlîamê, êzidî li gelek deveran belav bûn. Hinek ji wan li Şingalê mane lê bêhtirên wan çûn Tirkiyê, çûn Rojava û hinekan jî bere xwe dan Ewropayê. Gelo ev belavbûn wê bandoreke çawa li ser çand û ola êzidîtiyê çêbike?
Yên ku li wir mane, mimkun e karibin bi awayekî polîtîk an jî bi berjewendiyên malbatî, yên siyasî esasekî li wir deynin û li wir bi cî bibin. Lê yên ku ji wir bidûr ketine, yên ku çûne Ewropayê an jî diyasporayê, ku hinek malbatên wan, naskiriyên wan li wê dere hene û çûne wê dere, ewana vegera wan bêguman tuneye. Pêşiya wê hatiye girtin. Ji bo wê, di dîroka êzidiyan de ev ferman, ne tene tê wateya kuştinê. Yan jî bi fizîkî wan ji nav rake. Deh sal, bîst sal şûn da dîsa bi zayina insanan, bi zêdebûna insanan re ciyê xwe bigirin, di wir de gundên xwe şên bikin, bajarên xwe şênbikin, jiyana xwe, bi çanda xwe re careke din bijîn. Ev fermana dawiyê tiştekî wisa kiriye ku ji bona kurdayetiyê jî xetereyeke gelekî mezin e. Tehrîbata wê gelekî mezin e. Ji ber ku êzidî ji axa wan qetandine. Êdî baweriya wan bi xwe, bi axê ji nayê. Tenê hinek kesên ku hinek polîtîze bûne, ketine nava polîtîkayê dikarin li wê dere bimînin. Lê yên din ez di wê baweriyê de me, tecrubeyên me jî, danûstandinê me jî di vê çarçoveyê de ne ku îmkan û derfeta wan hebe ew ê li wir neminin. Dixwazih ji wê axê dûr bikevin. Fermana mezin ew e. ji axê xeyidî ye. Naxwaze dîsa berê xwe bide wî çiyayî, berê xwe bide wê axê. Pişta xwe daye wir. Ba ji ku de were bi wir ve diçe. Ev tiştekî wisa ye ku em nikarin pê karibin.
'HEJMAR HÎNA JÎ NEDIYAR IN'
Derbarê hejmara kesên hatine kuştin, kesên hatine revandin de zelaliyek nîne. Gelo hûn dizanin ku çend kes hatine kuştin, çend kes hatine revandin? Ev rewş bandoreke çawa derdixe holê?

Gava ku em li ser bandorê biaxivin, ne tene êzidî di bin bandorê de mane. Her mirovekî êzidî ji Kanadayê bigre heta Almanya, ji Almanya heta Erministanê an jî Kafkasyayê. Jixwe li Şengalê, li Kurdistana Bakur û Başûr jî hinek hene. Jixwe giş di bin bandora wê de mane. Kurd jî di bin bandorê de mane. Hêzên kurd ên sosyalist, hêzên kurd ên neteweperwer di bin bandorê de mane. Ti êzidî tineye ku tesîra vê fermanê li ser wan nebûye. Ya duyemîn, bi rastî hejmara kesên di deste wan de an jî kesên ku jiyana xwe ji dest dane, ji me kesek baş nizane. Li wê derê otorîta ku hatiye girêdan Hikûmeta Kurdistanê ye. Ew bi xwe jî vê nizane. Ji ber ku hîn li ser ti xebatên akademik nehatine kirin. Di warê demografik de ji ti xebat nehatiye kirin. Ji her devekî peyvek derdikeve. Ji her seriyekî peyvek derdikeve. Ji bo wê, bi rastî mirov nizane çiqas kesî jiyana xwe ji dest daye. Lê tê texmîn kirin ku nêzîkî 7 hezar, heta 9 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Yên di deste DAIŞê de, yên ku vegeriyane ew jî baş nayên zanîn. Teqrîben 5 hezar bûn. Niha 3 hezar û 500, belkî kêmtir hejmarek wisa heye. Kesên ku vegeriyane li ser wê jî gelek spekulasyon heye. Dibêjin ku hezar û 500 heta hezar û 700 vegeriyane an jî hatine rizgarkirin. Weke ku hûn dizanin çend caran 300, car caran 100 bi 100 hatin rizgarkirin. Jinên ku bi namûsa wan û bi şanaziya wan hatiye lîstin, tên firotin û dişînin welatê erebî jî, gelek hindik hatine rizgarkirin. Heta niha jî jin di destên wan de ne. Hejmara wan çiqas e em nizanin.

http://krd.sputniknews.com/nerin/20160802/3731385/Bi-sewitandina-malen-ezidiyan-re-diroka-wan-ji-hate-sewitandin.html

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Rojda Kürt kadınını müzikle anlatıyor*

Samî Tan: Kurdî li kuçe û kolanan sêwî maye*

Ezidilerin 73. Fermanı Şengal Soykırımı: Biz iki kere öldürüldük*